Di nav şerê Tirkiye li dijî PKK û DAIŞ de gelek giftûgo tên kirin ku bûne cihê miştûmurê û bi taybetî li ser avakirina herêmeke bê layen û ya din jî guhertina stiratîjiya Tirkiye di derbarî rewşa Rojavyê Kurdistanê û YPG.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de bi Dr.Salah Cemîl re endamê ofîsa têkîliyên leşkerî yên YPG li Hesekê got ku şerê Tirkiye û PKK rewşeke navxweyî ye bi Tirkiye ve girêdayî ye û em desrbasî nav nabin û divê ku Tirkiye jî rêza me bigre û nekeve nav rewşa rojavayê Kurdistanê.
Li ser ragîhandina avakirina herêmek bê layen li bakûrî Sûriye û derxistina YPGê ji wir, Cemîl dibêje tiştekî fermî tuneye bi tenê ji aliyê ragîhandinê hatiye belavkirin û Tirkiye ji aliyê xwe ve jî ew tişt Derwîn kiriye, û gotiye ku tu gavên leşkerî li dijî Kurdên Rojavyê Kurdistanê navêje.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke