Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Îbrahîm Ser Êrîşên Hesekê Agahîyên Girîng Dide


Xanîyekî ku ji êrîşê hilweşîye
Xanîyekî ku ji êrîşê hilweşîye

DAIŞ îdo Çarşemê bi hawanan êrîşî taxên Kurd yên bajarê Hesekê kiribû. Di heman demê de otomobîleke xwekujî ya bombekirî jî hate xebitandin ku li navenda giştî ya Asayîşê were peqandin.

Di encama hişyarî û bersîvdana Asayîşê de êrîşên DAIŞ têk çû û êrîşbir hatin kuştin û 2 êrîşvanên xwekuj bi saxî hatin girtin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) do Çarşemê îdia kir ku 16 kes di wan êrîşan de hatin kuştin, lê jêderên Kurdî ew îddia red dikin.

Berpirsê Giştî yê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Ciwan Îbrahîm di vê hevpeyvîna taybet de agahîyên girîng li ser êrîşên dohî dide.

“Di êrîşên DAIŞ’ê de endama Asayîşa bi navê Heval Reşan û 5 sîvîl jîyana xwe ji dest dan. Wekî din hemî hejmarên ku têne dayîn bê bingeh in.”

Îbrahîm dibêje, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan peywendî bi wan re nekiriye û ji çavkanîyên gumanbar agahîyên şaş standine û belav kirine. Ew bang li SOHR dike ku ahagîya şaş sererast bike.

Îbrahîm balê dikşîne ser êrîşên dijî bajarlê Hesekê û nirxandinên gîrîng dike:

“Hesekê bajarekî mezin e û Kurd, Ereb û pêkhatîyên din lê dijîn. Ev bajar wek pêncereyek e ku ji tevahîya Kantona Cizîre re vedibe. DAIŞ dixwaze ji vir êrîşî aramîya Kurdan bike, me hemî tedbîrên pêdivî standine.”

Ciwan_Îbrahîm_5_7_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:09 0:00

XS
SM
MD
LG