Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selahattîn Demîrtaş: Divê Em Deshilata Gel ya Alternatîf Çêkin


Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş roja Pêncşemê li Stenbolê bi civînekê, bernameya partîya xwe ya xebatê ji bîragiştî re ragihandin.

Civîna HDP’ê sernavê “Em jibo jîyana nû azadîyê birêxistin dikin” pêk hat ku li seranserê Tirkîyê xebatên rêxistinîbûna partîyê û kongreyan berdewam dikin.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di civînê de bersîva pirsên rojnamevanan yên li ser rojevê da.

Wî rexne li Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha peyivî:

“Niha dewlet ne ji alîyê hikûmet û parlamanê ve tê birêvebirin. Yek zilam bi serê xwe mafê biryardana hemû babetên girîng di xwe de dibîne. Lewma jî berpirsîyarî li ser me heye ku em deshilateke gel ya alternatîf derxin.”

Hevserokê HDP’ê li ser benda ji sedî 10 ya hilbijartinê jî hin nirxandinan kir û got ew bixwe bawer in ku ewê benda sedî 10 derbas bikin.

"Ev ne tenê mesela HDP’ê ye, gelek partîyên din jî bi vê pirsê re rûbirû ne. AKP israr dike ku vê bendê raneke. Partîya ku herî zêde ji nîmetên darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî sûde destine, AKP ye.”

Demîrtaş li ser şandeya HDP’ê ya ku roja Yekşemê diçe serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî da xuya kirin ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dicle jî di nav şandeyê de cî digire.

XS
SM
MD
LG