Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Civîna HDP’ê ya bi Derdorên Îslamî re Dinirxîne


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi beşdarîya nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk, Hereketa Azadî, Komela Melayên Kurd yên Stenbolê, Komeleya Mafê Mirovan ya Hevkarîya bi Mezlûman re (Mazlum-Der), Platforma Ked û Dadê, îlahîyatnas û akademîsyenên xwedî nêrîna îslamî re civîneke li dar xist.

Di civîna hevnasînê de ku demek berê li Stenbolê pêk hat, Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li pêşnîyar û nêrînên derdorên îslamî guhdar kir û bersiva pirsên wan da.

Endamê Komîsyona Bawerî û Gelan yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ekrem Baran, naverok û nîqaşên vê civînê ji Dengê Amerîka re nirxandin.

“Ol ketiye bin xizmeta deshilatdarîya dewletan. Ev jî metirsîyek e. HDP her ku sîyaseteke sosyalîst dimeşîne jî vê rastîyê dibîne û dixwaze bi derdorên îslamî re di nav danûstandinan de be.”

Baran dide zanîn, bi şêwr û pêşnîyarên ji alîyê nûnerên rêxistinên sivîl ve hatin kirin, civîneke serkeftî bû ku çav li rê ye li rojên pêş jî ev danûstandin berdewam bikin.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk bi bîr dixe, çawa ku Kurd li Rojhilata Navîn bandorê li guherîn û veguherîna civakî û olî dikin, wê li metropolên Tirkîyê jî vê bandorê bikin.

“Em dixwazin tevî hemû komele û pêkhatên xwe rola xwe bilîzin û derdorên îslamî bicivînin ba hev, da ku îslama rastîn bi hevdu bidin fahmkirin.”

XS
SM
MD
LG