Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş Serdana Hereketa Azadî Kir


Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Stenbolê serdana Hereketa Azadî kir û dilsozîya endam û rêvebirên Azadîyê, ku bêyî ti hesaban ligel wan cî girtine, bîr xist.

Demîrtaş Hereketa Azadî ku di hilbijartinên parlamanê de, bi navê ‘Tifaqa Kurdistanî’ ligel HDP’ê dikevin hilbijartinê, wek bizaveke wijdanî ya civakê û xwedî roleke Kurdistanî rave kir.

“Yek ji tifaqên me yên hilbijartinê, ya ku herî zêde hêja ye, tifaqa bi Hereketa Azadî re ye. Şikir ku li nav civakê bi sed hezaran mirovên bi wijdan ku rastîya ol û bawerîyê bînin ziman hene. Em bi wan bawer in û ji vê hevkarîya taktîk û stratejîk kêfeke mezin distînin.”

Demîrtaş got, Hereketa Azadî hem jibo gelê Kurd, hem jî jibo tevahîya civaka Tirkîyê, bi helwesta xwe ya Kurdistanî rol û misyoneke dîrokî girtine ser xwe.

Rêvebirên Hereketa Azadî nivîskar Yavuz Delal û nûnerê Stenbolê Mahmut Koyuncu kêfxweşîya xwe bi vê serdanê anîn ziman û spasîya Demîrtaş kirin.

Rêvebirê Hereketa Azadî Enes Atila Pay, ji Dengê Amerîka re serdana Demîrtaş û girîngîya tifaqa hilbijartinê nirxand.

Pay bîr xist ku bi serdana Demîrtaş derfet çêbûye li ser çawanîya xebatên hilbijartinê fikr û ramanên xwe parve bikin û li ser tifaqê wiha peyivî.

“Mebesta me ew e ku li Bakurê Kurdistanê sîyaset asayî bibe û hemû beşên civakê bikaribin tê de cî bigirin. Jibo ku destê Kurdan di sîyaset û parlamenê de qewîn bibe, me berpirsîyarîya xwe bi cih anî û tifaqa hilbijartinê kir.”

ST_5_14_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG