Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Armanca Operasyonên Leşkerî yên Tirkîyê li Sûrîyê Nehêlana Yekbûna Herêman Kurdan e


Hevserokê Partîya Gel ya Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji ajansa Reuters re dibêje, armanca operasyonên leşkerî yên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê, nehêlana yekbûna herêmên Kurdan e.

Birêz Demîrtaş herwiha dibêje, armanca Tirkîyê ne ew e ku dijî DAIŞ şer bike.

Sîyasetvanê Kurd dîyar kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Tirkîyê dikşîne nav şerekî da ku tola serkeftina wan ya hilbijartina dawî rake.

Hêjayî bîrxistinê ye di hilbijartinên 7ê Hezîranê de HDP % 13 dengan wergirtibû û cara yekê bi navê xwe ketibû nav parlemanê. Bi serketina HDP, AKP jî piranîya xwe ya nav parlemanê berdabû.

XS
SM
MD
LG