Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Serekî ya Kurd li Tirkîyê Bernama Xwe Eşkere Kir


Partîya serekî ya Kurd li Tirkîyê, HDP bernameya xwe jibo hilbijartinên 7’ê Hezîranê eşkere kir û got ku ewê bibe “xewnereşa sultan” jibo Serokomar Recep Tayyip Erdogan.

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Figen Yuksekdag li pêş piştgirên partîya xwe got, “ewê ev bername bibe xewnereşek (kabûsek) sultan, lê ewê bibe xewnek jibo hemû gelê Tirkîyê.”

Li Tirkîyê, Erdoganê ku bêtirî deh salan wekî serokwezîr û nuha jî wekî serokomar rêbertîya welêt kirîye, wekî “Sultan” tê nasîn. Ev yek jî jiber hezkirina wî ji sultanên Osmanî re hatiye.

Di pirsnameyan de HDP’ê di rêza çaran de cih digire, lê di van hilbijartinan de ewê roleke girîng bilîze.

Di heman demê de, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar jî hêvî dike ku piranîya dengan bidest bixe da ku bikaribe bi tena xwe guhertinên destûrî (zagona bingehîn) pêk bîne û bêtir desthilatê bide serokomar.

HDP’ê hêvî dike ku rêjeya 10 ji sedî ya dengan derbas bike da ku nûnertîyeke sax di parlamena 550 kursî de bidest bixe.

Eger ev yek pêk hat, ewê ji AKP’ê re zehmet be ku bi tena xwe guhertinan di zagona bingehîn de bike.

XS
SM
MD
LG