Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbestvanên Efrînê di Festîvaleke Taybet de Civîyan


Roja Helbesta Kurdî li Efrinê
Roja Helbesta Kurdî li Efrinê

Di bin sîya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê de, li bajarê Efrînê, festîvala Roja Helbesta Kurdî hat lidarxistin.

Desteya çandê dibêje, ew piştgirya çalakîyên bi vî awayî dikin ku wêjeya Kurdî bi pêş keve.

Piranîya helbestvan li ser pêla koçberîyê di dema dawî de tekez kirin û hejmareke bilind ji nivîskar û helbestvanên bi nav û deng li Efrînê tevlî çalakîyê bûn.

kesên beşdarî festîvalê bûne daxwaz kirin ku derfet ji vê pirtir û amadebûn li gorî girîngîya çalakîyê hatiba çêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev 23 sal in ku helbestvan berhemên xwe dîyarîya gîyana helbestvanê nemir Cegerxwîn dikin ku di wê rojê de ji nav me bar kiribû.

Roja Helbestên Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG