Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Êrîşên Rûsî, DAIŞ Ber bi Helebê ve Nêzîk Dibe


Taxeke wêran ya Helebê
Taxeke wêran ya Helebê

Ajansa AFP radigihîne ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Înê li Helebê pêşve diçin, tevî destpêbûna êrîşên esmanî yên Rûsî li ser wê koma tundrê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) got, mîlîtanên DAIŞê dane sibeh ya îro Înê giheştin xalên nêzîkî Helebl, piştî ku wan şerê komên din yên tundrê kir.

Dîrektorê SOHR, Rami Abdulrahman got ku di şerê navbera her du alîyan de bi dehan kes hatine kuştin.

Pêşveçûna cîhadîyan di vê demê de tê ku bilî êrîşên esmanî yên Rûsî, hêzên rejîmê jî bi piştgirîya şervanên Hîzbullah a Lubnanî operasyonên xwe li bakurê rojavayê welêt zêde kirine.

Hikûmetên welatên Rojava dibêjin, piranîya êrîşên esmanî yên Rûsî, ne DAIŞê, lê komên din yên tundrê kirine armanc ku rejîma Esad xurt bikin.

XS
SM
MD
LG