Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulbasit Hemo: Daxuyanîya Rûsyayê Peyameke Gelekî Posetîv e


Hikûmeta Rûsyayê ragihand ku Moskow tu caran piştgîrîya rejîma Beşar El Esed li Sûrîyê nekirîye.

Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov roja Duşemê got ku Rûsya piştgîrîya alîyekê bitenê nake di qeyrana Sûrîyê de.

Roja Yekşemê jî Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev got ku derfeta mana desthilata serokê Sûrî Beşar El Esed roj bi roj kêmtir dibe.

Abdulbsit Hemo, rêberê Partîya Yekîtîya Kurdistanê li Sûrîyê, dibêje ku daxuyanîya rêberên Rûsyayê peyameke gelekî posetîv e jibo hêla opozisyona Sûrîyê.

Birêz Hemo herwiha dibêje ku Amerîka û Rûsya li hev kirine ku gerek Esed li ser desthilatê nemîne, lê belê niha gotûbêjan li ser alternetîvên Esed dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG