Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollande: Herî Pir Misilman ji Rêxistinên Tundrê Zîyanê Dibînin


Serokê Fransa Francois Hollande dibêje, Misilman mexdurên herî mezin yên rêxistinên tundrê û bê tolerans in.

Birêz Hollande ew gotinên xwe li Enstîtuya Erebî ya Cîhanî ku bingeha wê li Parîsê ye, kir.

Wî got, armanca êrîşên terorîstî yên heftya çûyî ev e ku neyartî bîne nav civakê û hevbaverîya wan jî tune bike.

“Li hember wan êrîşana divê gel peyama xwe bi yekdengî û bi awayekî bilind nîşan bide.”

Di êrîşên hember kovara Charlie Hebdo û di êrîên roja paştir de 17 kes katibûn kuştin û 3 ji êrîşvanan ji alîyê polîsan ve hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG