Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Xeletî 2 Dîlên Destê Qaydê li Tixubê Afganistan û Pakistanê Kuştine


Qesra Spî dibêje, operasyoneke dijterorê di meha yek, Rêbendanê de, bi xeletî 2 dîlên di destê El Qaydê de li nêzîjî tixubê Afgan û Pakistanî kuştine.

Daxuyanîya Qesre Spî radigihîne ku yek ji wan kesên kuştî karmendekî alîkarî yê Amerîkî, yê din jî hemwelatîyekî Îtalî ye.

Daxuyanîyê de xemgînîyeke kûr li ser mirina 2 dîlên masum, Warren Weinstein yê Amerîkî û Giovanni Lo Porto yê Îtalî tê dîyar kirin ku her du jî di projeyên alîkarîyê de dixebitîn.

Daxuyanîya Qesre Spî herwiha dîyar dike ku ku rêberekî El Qaydê ye Amerîkî, bi navê Ahmed Farouq jî di heman operasyonê de hate kuştin.

Karbidestên Amerîkî ragihand ku Amerkîyekî din, Adam Gadahn, ku berdevkekî tora terorîst bû, jî di operasyoneke cihê de, di heman mehê de, hat kuştin.

XS
SM
MD
LG