Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Daxwaza Berdana Zarokên Kurd ji DAÎŞê Dike


Zarokên Kurd li Kobanê
Zarokên Kurd li Kobanê

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan anku Human Rights Watch (HRW) raportek weşand ku tê de balê dikşîne ser xwendekarên Kurd yên ji Kobanê ku çend heftê di destê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) de girtî ne.

Çavdêrîya Mafên Mirovan di raporta xwe de bi bîr tîne ku 153 zarokên Kurd ku temenê wan navbera 13 û 14 sal in, di 29ê Gulanê de piştî temamkirina îmtîhanên xwe li bajarê Helebê, di rêya vegerê de, li bajarokê Munbicê ji alîyê çekdarên DAÎŞê ve hatin girtin”.

HRW dide zanîn ku ji zarokên girtî heta niha 5 kes karîbûn ji destê DAÎŞ birevîyana û 15 zarokên din ji vê dawîyê hatine berdan.

HRW di raporta xwe de cîh dide nêrînên zaroekî revandî ku wiha behsa serpêhatîyê xwe dike:

“Em serê sibehê zû radikirin ku nimêja sibehê bikin û dersên şerîyatê bistînin. Bi şev jî dersên derbarê cîhadê de didan me û vîdyoyên peqînên xwekujî nîşandî me didan”.

Şêwirmendê taybet yê HRW, Fred Abrahams di raportê de dibêje ku “girtina zarokên Kurd karekî hovane ye û binpêkirineke eêkere ya qanûnên şer e.”

Çavdêrîya Mafên Mirovan revandina zarokan wek tawaneke şer nav dike û bang li DAÎŞê dike ku zarokên Kurd demûdest azad bike.

XS
SM
MD
LG