Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Dibêje Polîsên Tirk Reftarên Xirab li Girtîyan Dikin


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) di raporta xwe ya îro Çarşemê de dibêje, polîsên Tirk li rojhilata Tirkîyê ku Kurd lê dijîn, reftarên xirab li girtîyan dikin.

HRW di raporta xwe de bi firehî qala sê bûyeran dike ku çawa polîsan li kesên girtî xistine û ew mecbur kirine ku demên dirêj li ser çokan rûnin û ew bi êşkence û kuştinê tehdît kirine.

Di bûyereke din de jî, polîsan xortekî bi guleyan giranî birîndar bûye, binçav kiriye lê nehêlaye ku ew were derman kirin.

Cîgirê Dîrektorê Ewrupa û Asya Navîn ya Çavdêrîya Mafên Mirovan Benjamin Ward dibêje, cîhê xemê ye ku polîsan li başûrê rojhilat careke din vedigerin ser rêbazên tund û nemirovane.

“Divê karbidest demûdest vekolînê li ser kiryarên wiha bikin û kesên berpirs bînin pêş dadwerîyê. Divê dewlet kesên binçavkirî ji reftarên xirab biparêze û jibo kesên pêdivî demûdest doctor peyda bike,” Ward got.

HRW bal dikşîne ku tevî hewlên wan yên pir caran, walîyê Şirnêxê û qaymaqamê Cizîrê li wan venegerîne û daxwaza wan ya peywendîyê bê bersîv hiştine.

XS
SM
MD
LG