Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermendê Hunera Bedewiyê û Karîkatorist Yehya Silo, mêhvanê bernameya Deng û Reng e.


Jiyana hunermend bi berhem û reng û sawirên wê tên avakirn, di hemû beş û cûreyên jiyanê de, xeyal û sawir dibin alavên pêwendiyan bi derdora hunermend re, nexasim ku di jiyaneke berbat û tije hesret û zorî be mîna jiyana hunermend Yehya Silo, mêvanê vê xelekê ji bernama Deng û Reng ya heftane ji Dengê Amerîka.

Hunermend Silo di sala 1966 an de, li gundê Ehersê yê bi ser Izazê ve ye ji dayik bû.

Li gund xwendina xwe ya seretayî qedand û li wir hînê xêzên pêşî ji hunerê bû bê tu guhdan ji aliyê malbatê ve.

ji bo berdewamiya xwendinê, Silo berê xwe da bajarê Helebê û bi dilgermî tevlî jiyana wê bo û li wir derbasî xendina hunerê bû li Instetûtiya Fethî Mihemed bû.

Di sala 1987 an de, Silo tevê Partiya Karkerê Kurdistnê bû û li Bakûrê Kurdistanê tevî refê gêrêla bû ta sala 2000.

Ji sala 2008 û ta nûha ew li Elmaniya dijî û li wir kar û xebatên xwe ên hunerî berdewam dike.

Piraniya berhemên silo li ser jiyan û çanda Kurdî ye, ku bi karîkator rexneyên xwe di derbarî siyaset û tevgera civaka kurdî têne ziman, ya din jî bi awayekî hestyar berhemên xwe yên hunerî diaferîne û wan beşdarî pêşangeh û çalakiyan dike.

Rêzdar Silo jiyana li çiyayê Kurdisatnê jibîr nekiriye, herdem dibîra xwe de tîne,him bi huner him jî bi nivîsandin.

Çîrokerke zengîn û rengîn e, çîroka hunermend Yehya silo, fermo li dirêjaya vê hevpeyvînê guhdra bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:04 0:00

Hunermend Yehya Silo
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:42 0:00

XS
SM
MD
LG