Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmarên Mezin yên Penaberan Digehijin Macaristanê


Penaber li ser tixubê Macaristan û Sirbistanê xuya dibin
Penaber li ser tixubê Macaristan û Sirbistanê xuya dibin

Karbidestên polîsan li Macaristan (Hungarya) îro Sêşemê radigihînin kubi hejmareke rekor ya penaberan giheştine nav welêt.

Karbidest dibêjin di sala 2015'an de li Macaristanê jî 100,000 zêdetir penaberên tomarkirî hene ku ew hejmar du qat ji ya sala bere pirtir e.

Karbidestên Macarî didine zanîn ku tene Duşemê nêzîkî 2,100 kes sînor derbaz kirin ku ew jî hejmara herî bilind a derbazbûna penaberan e nav rokejê de.

Hikûmeta Hungarya dilezîne avakirina dîwareke parastinê ya ser tixub temam bike da ku rê li ber penaberên ku dixwazin ji ser Sirbistanê herin welatên Yekîtîya Ewrup, bigire.

Bi hêzaran penaberên ku piranîya wan ji Sûrîye, Îraqû û Afganistanê ne, destpêkê xwe digehînin Yunanistanê û ji wê derê jî li welatên din belav bin.

Polîsên Makedonî hefteya borî bi penaberan ketibûn pevçûnan, lê polis dû re neçar mabûn ku rê li ber penaberan vekin ku ber bi Sirbistanê ve bimeşin.

XS
SM
MD
LG