Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA ji Piştgirîya Papa Francis ya bo Rêkeftina Navokî Dilgeş E


Serokê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) Yukio Amano ji Dengê Amerîka re dibêje, ew dilgeş e ku Papa Francis di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, piştgirîya xwe bo rêkeftina navokî ya ligel Îranê ragihand.

"Ez bi axaftina Papa Francis ya ser bizavên bênavokîbûnê pir dilxweş im. Em niha gelek kar dikin ku rêkeftina heyî li erdê bi cîh bînin.”

Papa Francis gotibû ku rêkeftina navbera Îranê û şeş hêzên cîhanê potansîyeleke baş di nav xwe de dihewîne û nîşana nîyetqencî, desthilata qanûnê û samîmîyetê ye.

XS
SM
MD
LG