Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IMF: Hatina Penaberan Ekonomiya Schengen Xistiye di Metirsiyê De


Seroka Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF)ê, xanim Christine Lagarde, di yaneya Davos de dema jê hat pirsîn ekonomiya welatên herêma Schengen di metirsiyê de ye? Christine Lagarde got belê, jiber ku hejmareke zêde ya penaberan hatine vê herêmê, bi tenê li Almaniya nizîkî yek Milion Penaber hatine wergirtin.

Rêvebira giştî ya Sindoqa Diravî (IMF) Christine Lagarde, da zanîn ku hatina hejamereke zêde ya penaberan jibo welatên herêma Schengen, bune sedemê Ekonomiya xerab ya van welatan, niha ekonomiya wan liser duriyana xerabbun yan avabunê ye.

Welatên herêma Schengen ku ji 26 welatên ewropî pêk tê, di kirîzeke pir xerab ya aborî de derbas dibin, tê gotin ku ji şerê cîhanî yê duyan heta niha kirîzeke ewqas kur peyda nebuye.

Welatên di nava sinorên Schengen de, peymanek hevbeş îmze kirine ku hatin û çûna di nava van welatan de pir asan bibe û Vize nemîne, lê di payiza sala 2015 de ev herêm rastî hatina pêlên penaberan buye, rewşa ewlekarî û ya ekonomî ya van welatn ketiye di tehlokê de.

XS
SM
MD
LG