Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IOM Dibêje Pirtir jî 350,000 Penaber jiber Alozî û Xizanî Revîn Ewrupa


Dayikeke penaber û zarokê wê li Budepeşt a Hungarya li bendê çûyîna Almanya yan Avusturya ne
Dayikeke penaber û zarokê wê li Budepeşt a Hungarya li bendê çûyîna Almanya yan Avusturya ne

Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (IOM) îro Sêşemê dibêje, pirtir jî 350,000 penaber jiber alozî û xizanî ji Rojhilata Navîn û Afrîqayê revîne û ser bi Derya Spî ve, xwe gîhandin welatên Ewrupî.

IOM dibêje, pirtir jî 234,000 ji wan penaberan pêşî giheştin peravên Yunanistanê, 114,000 ji wan Îtalya û hejmarên din yên biçûk jî Îspanya û Malta.

IOM dide zanîn ku dora 2,600 penaberên ku li hêvîya jîyaneke baştir bûn, jiber binavbûna keştîyên ne ewle û pir dagirtî yên qaçaxcîyan xeniqîn.

Serokê IOM General William Lacy Swing dîyar kir ku rêxistina amade ye welatên Ewrupî bike.

“Em ser kêşeya hatina girseyî ya penaberan, dixwazin alîkarîya hikûmetên Ewrupî bikin, lê divê hîn dewletên Ewrupî jî dawî li tirsa xwe ya wergirtina penaberan bînin,” Swing got.

Hêjayî gotinê ye, Yekîtîya Ewrupa ya bi 28 endaman, di 14'ê Îlonê de civîneke awarte li dar dixe ku vê kêşeya girîng bi firehî gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG