Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Tirk Dijî Medyaya Cudabîr Operasyon Pêk Tînin


Di vê wêneya arşîvê de rojnamevan tepeserkirina hikûmetê protesto dikin û daxwaza azadîya ragihandinê dikin
Di vê wêneya arşîvê de rojnamevan tepeserkirina hikûmetê protesto dikin û daxwaza azadîya ragihandinê dikin

Polîsên Tirk îro Seşemê avêtin ser navenda kompanyeke medyayê û lêgerînê dikin, bi sedema ku guman heye ew şîrket alîkarîya diravî dide rêxistineke neqanûnî.

Karbidestên ewlehîyê ji AP re dibêjin, ew di 23 kompanîyên gruba Koza Ipek Holding de lêgerînê dikin jiber ku ew piştgirîya tevgera bi rêbertîya Fethullah Gulen dikin.

Gulen ku li Amerîka dijî, rêberê civateke hêzdar ya olî ye û ji alîyê hikûmeta Tirk ve bi plana ladana hikûmetê tê tawanbar kirin.

Televîzyonên navdar Bugun TV, Kanalturk TV û rojnameyên Bugun û Millet di bin Koza Ipek Holding de kar dikin.

Rexnegirên hikûmetê dibêjin, ew operasyon berî hilbijartinên 1'ê Mijdarê, pişkeke bizava hikûmetê ya bêdengkirina medyaya hevrik û cudabîr e.

Hêjayî balkişandinê ye, sazîyên azadîya raman û ragihandinê di salên dawî de rexneyên tund li Tirkîyê dikin, jiber giwaştin û zextên ser medyaya rikeber.

XS
SM
MD
LG