Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: 464 Hemwelatîyên Mê di Bûyera Kevirkirina Îblîs de Hatin Kuştin


Xwepêşanderên Îranî rojane xwepêşandanan li pêş balyozxaneya Saudî ya li Tehranê pêk tînin
Xwepêşanderên Îranî rojane xwepêşandanan li pêş balyozxaneya Saudî ya li Tehranê pêk tînin

Îran dibêje, piştrast bûye ku 464 hemwelatîyên wê, hefteya borî, di bûyera kevirkirina îblîs de li Mekkeyê hatine kuştin.

Piştî agahîyên îro eşkere bû ku hejmara qurbanîyên Îranî du car ji pêzanînên berê pirtir e.

Karbidestên Erebistana Saudî ragihandibû ku bi giştî 769 kes di wê felakatê de mirine û Îranî hejmara herî zêde pêk tînin.

Hecîyên dîdevanên bûyerê, polîsên Mina tawanbar dikin ku bi girtina rêyan û rêvebirina xirab, bûne sedema wê malwêranîya mezin.

Karbidestên Îranî jiber bûyera kujêr, rexneyên tund li hember Erebistana Saudî anîbûn û xwepêşanderên Îranî jî rojane xwepêşandanan li pêş balyozxaneya Saudî ya li Tehranê pêk tînin.

XS
SM
MD
LG