Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Hêşta li Pêşîya Welatên Piştevanên Tîrorê ye


Di raporta salane ya Wezareta Derve ya Amerîka de kû livan dûmahîya hatîye weşandin sebaret tîrorisma nêvneteyeyî, Kûmara Îslamî ya Îranê dimîne li rêza pêşî ya welatên herî çalakên piştevanên tîrorê li cîhanê.

Li demê eşkerekirina raportê jibo dezgehên ragîhandinê, Daniel Benjamin, rêkxerê ofîsa Amerîkî ya dijî tîrorê sebaret role Îranê axift.

Wî got: deemkî dirêje Îran li pêşîya welatên piştevanên tîrorê ye. Ew piştevanîya Hizbûlah dike, herwesa Hemas û komelên dîyên nehez yên Filistînî. Alîkarîya Îranê ya diravî, kereste û piştevanîya locestî ji girûpên tîrorist û militana li Rojhelata Navîn û Navenda Asîya kartêkirneka rastexwer hebûye liser hewlên nêvneteweyî jibo peydakirina aştîyê.

Raporta Wezareta Derve di bêjit kû hêzên Qûdis, Pasdarên Nobedarên Şoreşa Îranê yên çekdar IRGC, mekenîzma sereke ya rijêma Îranê ye bo belave kirin û piştevanî kirina tîroristan li derve. Ew berdewamin liser rahênana milîtanên Îraqê û berdest kirina çekî jiwan re. Wan milîtana serbazên Îraqî, yên hevpeymana û sivîl jî kûştine. Hêzên Qûdis herwesa rahênanê bi milîtanên Talîban li Afxanistanê dikin û çekan ji wan re ber dest dikin.

Zêdebarî wê, raport nîşan dide kû bi pêşnîyaza hezên Qûdis bû, hêrîş hatkirin liser Navenda Hevkarîya Arcentînî – Cihûyan li Buenos Aires sala 1994. Ew teqîna tîrorisî bû egera mirina 85 sivîla û birîndar kirina pitir ji 150 yên dî. Mezne endamên hêzên Qûdis û karbidestên Hikûmeta Îranê hatine tawanbar kirin ji alîyê Hikûmeta Arcentînê ve jiber role wan di wê hêrîşê de. Li sala 2007, Înterpol hûşdarîyeka sor weşand bo girtina şeş kesayetîyan hatibûn xwestin jiber peywendî ya wan bi teqînê ve. Ew hûşdaryeka Nêvneteweyî ye bo girtina wan kesên tên xwestin ji alîyê sîstema niştimanîya welatekî ve. Êk ji wan Ehmad Vahîdî ye, wezîrê berevanîyê di hikûmeta niha ya Îranê de.

Weka serok Barack Obama gotî: Îran welatê mîletekî hêjaye, xwedî dîrokeka kevnar. Piştevanîya Hikûmeta Îranê ji karên tîroristî û rêkxistinên hovane re bitenê bêgûnehan nakin qûrbanî, lê tor û tib’ên herî merdane yên Îranê jî. Divê ev rengê piştevanîya tîrorizmê bê rawestandin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG