Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Nefta Xwe Nafiroşe Fransa û Brîtanyayê

Îran Nefta Xwe Nafiroşe Fransa û Brîtanyayê
Îran Nefta Xwe Nafiroşe Fransa û Brîtanyayê

Îranê ragihand ku êdî nefta xwe nafiroşe Fransa û Brîtanyayê, wek bersivek jibo embargoya Yekîtîya Ewropî ya li dijî nefta Îranê.

Wezareta Neft a Îranê roja Yekşemê ragihand ku Tehranê hemû hinardeyên neftê bo kompanyayên Fransî û Brîtanî ragirt.

Dibe ku ev biryara Îranê jibo poşmankirina Yekîtîya Ewropayê be ku biryara xwe ya embargoya nefta Îranê hilweşîne.

Li gor biryara Yekîtîya Ewropî, her ji roja 1’ê meha 6’ê vir ve, welatên Yekîtîya Ewropî neftê ji Îranê nakirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG