Hikûmeta Îranê şert û mercan bo wan welatên Ewropî dîyar dike ku dixwazin neftê Îranê bikirin, piştî Tehranê hinardeya neftê bo Brîtanya û Fransayê ragirt.
Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Ramîn Mehmanperest roja Sêşemê got ku Îran dixwaze welatên Ewropî kontraktên dem-dirêj mor bikin, yek-alî kontraktan betal nekin û gerentî bidin Îranê ku perê neftê didin.
Mehmanperest got ku pêdivî ye welatên Ewropî van şert û mercan berçav bigirin eger bixwazin berdewamîyê bi têkelîyên bazirganî û neftê bi Îranê re bidin.