Hikûmeta Swîsrî cezayên xwe yên diravî li dijî Îranê tundtir kir, ku pereyên 11 kompanî û kesên din dicemidîne.
Lê belê Swîsreyê hîn biryar nedaye li dijî banka navendî ya Tehranê ti karî bike.
Karbidestên Swîsrî dibêjin ku cezayên li dijî wan kampanî û kesan dibe ku bibin yên herî tund li gorî biryarên Yekîtîya Ewropa ku li meha yekê ya vê salê li dijî Îranê hatibûn standin.