Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Hêzên Cîhanê li VÎyana Danûstandinên Navokî Didomînin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarif
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarif

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarif vegerîya Vîyana ku di danûstandinên navokî de cîh bigire, di vê roja de ku muhleta giheştina rêkeftinekê temam dibe.

Zarif ligel berpirsê navokî yê Îranê Alî Ekber Salihî, ku demeke dirêj nexweş bû, hat maseya danûstandinan.

Piştî vegerê, Zarif ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry kom bû. Kerry di dawîya kombûnê de got, hevdîtineke baş derbaz hate kirin.

Îran, pênc endamên herdemî yên Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî û Almanya ji mêjve hewil didin ku bigehijin rêkeftinekê ku kanîna Îranê ya navokî sînor bike û beramber wê jî toleyên avborî yên ser Îranê bêne rakirin.

XS
SM
MD
LG