Sêşem, 21 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 12:33

Herêma Kurdistanê Rêkeftineka Neftê ligel ExxonMobil Mor Kir

Herêma Kurdistanê Rêkeftineka Neftê ligel ExxonMobil Mor Kir
Herêma Kurdistanê Rêkeftineka Neftê ligel ExxonMobil Mor Kir
Mezinahîya nivîsê - +

Wezîrê nefê yê hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê, Aştî Hewramî, roja Yekşembî piştrast kir ku Herêma Kurdistanêrêkeftinek ligel kompanya navdar a neftê ya Amerîkî ExonMobil mor kir.

Li gorî wê rêkefitnê, ExxonMobil berpirsiyar e beramberî lêgerîn û derînana neft û gazê li şeş deveran.

Hikûmeta Îraqî gefe li kompanya ExxonMobil kir û ragihand ku Bexda kontrakta wê kompanyayê jibo derînana neftê li Qurne hildiweşîne eger ExxonMobile rêkeftina nefê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê mor bike.

Serokwezîrê hikûmeta herêmê Berhem Salih rexne li gotinên karbidestên hikûmeta Bexdayê girt û got "em li bendê bûn ku hevkarên me li Bexdayê vê rêkefitnê wek delîvekê bibînin jibo rêkxistina rêbaza me ya neftê."

Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--