Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên li Îraqê de bi Dehan Kuştî Hene


Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama rêze êrîşan de herî kêm 26 kes îro Înê li Bexda û bajarokekî li başûrê wê hatin kuştin.

Peqînên ku li dû hev qewimîn, bûn sedema mirina pirtir ji 10 kesan. Karbidest didine zanîn ku peqîn li bazareke taxeke Şîayan ya Bexdayê qewimî, dema gelek li wê sûkê kirîn-firotina xwe ya hefteyî dikirin.



Di êrîşeke din de li bajarokê Şomalî ya parêzgeha Hillah ya başûrê Bexdayê, bi kêmî ve 13 kes hatin kuştin.

Ew peqîn jî di heman demêk, li bazareke qalabalix pêk hatin.
XS
SM
MD
LG