Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tanrikulu: Bi Fermana Serokwezîr Erdogan Çekên Giran ji DAÎŞ’ê re Hatin Şandin


Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu li Dîyarbekirê peyîvî û sîyaseta hikûmeta Serokwezîrê Recep Tayyîp Erdoan ya ser Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) nirxand.

Tanrikulu di civîna çapemenîyê de bi bîr anî ku di 19’ê Çileyê de, 3 qamyonên mezin ku diçûn Sûrîyê, li Edenê hatin rawestandin, lê hêzên ewlekarîyê nehêştin ku ew TIR bêne kontrol bikin.

“Serokwezir got di hindurê wan de pêdivîyên mirovahî hene û nehîştin ku . Di destê me de belge hene ku di TIRan de çekên giran hebûn û bi emrê serokwezîr ew çek jibo El Qayde û DAÎŞ’ê hatin şandin."

Cîgirê Serokê CHPê di axaftina xwe de balê da ser tevgera endamên DAÎŞ’ê û got "Herkes dizane ku navenda DAÎŞ’ê Dîlok (Entab) e. Eger hûn dixwazin li Tirkîyê aştîyê pêk bînin, divê di destpêkê de hun têkîlîyên xwe ji DAÎŞ’ê re bibirin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG