Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Tundrê Êrîşî Ramadî ya Îraqê Dikin


Di vê wêneya arşîvê de çekdarên Dewleta Îslamî li nêzîkî Ramadî xuya dibin
Di vê wêneya arşîvê de çekdarên Dewleta Îslamî li nêzîkî Ramadî xuya dibin

Çekdarên Dewleta Îslamî îro Înê êrîşeke mezin li bajarê Ramadî ya Îraqê destpê kir û bi hawanan û bombeyên otomobîlî êrîşî hêzên Îraqî kir.

Karbidestên xwecîhî dibêjin, wiha xuya ye ku armanca wê êrîşa mezin destxistina Ramadî ye ku paytaxta parezgeha Ambar e.

Ambar yek jî sê herêmên rojavayê Îraqê ye ku hîn ji di destê hikûmeta Bexda ye.

Raport ji Ramadî belav dibin ku çekdarên Dewleta Îslamî teqe li avahîyên hikûmetê dikin, lê heta niha ti kuştinklarî nehatine ragihandin.

Hêzên Îraqî û pêşmerge ji mêjve şerê Dewleta Îsklamî dikin ku herêmên berfireh li rojava û bakurê Îraqê xistine bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG