Pêncşem, 11 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 07:23

    Herêmên Kurdan

    Dr. Îsmaîl Beşîkçî Rewşa Kurdên Tirkîyê, Îraqê û Sûrîyê Dinirxîne

    x
    Civaknas û lêkolînerê navdar yê li Tirkîyê Îsmaîl Beşîkçî, rewşa Kurdên Sûrîyê ya niha, alozîya navbera hikûmeta Bexdayê û Hewlêrê û daxwazên Kurdên Tirkîyê yên perwerde û xweparastina bi zimanê dayikê ji Dengê Amerîka re nirxand.

    Sosyolog Beşîkçî, jibo Kurdên Sûrîyê pêşbînî kir ku Kurdên Sûrîyê di demeke ne pir dûr de, wê bibin xwedî statuyeke pênaskirî.  

    Birêz Beşîkçî gefên Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malîkî li ser Herêma Kurdistana Îraqê jî dîtina xwe anî ziman. Ew dibêje, Malîkî her ku bi artêşa Îraqê zextan bike jî, hêzên pêşmerge ji artêşa Îraqê bêhtir xwedî pergal û rêxistin in û ew nikare bi ser bikeve.

    Mamoste Beşîkçî, hewildana hikûmeta Tirkîyê ya pêşîvekirina xweparastina zimanê dayikê jî wek durûtî nirxand. Wî got, hê jî dewlet bi israr e ku mafên Kurdan nede. Loma, jibo xweparastina bi zimanê dayikê, dixwaze perê wergerê ji wan kesan bistîne ku daxwaza wergerê Kurdî dikin.

    Îsmaîl Beşîkçî derheqê greva birçîbûnê ya girtîyên Kurd de jî wiha got: “Ez grevên birçîbûnê rast nabînim, jibo bidestxistina van mafan lazim e Kurd bi sîyaset, civîn û xwepêşandanan dengê xwe bilind bikin.”


    Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beşîkçî re
    Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beşîkçî rei
    || 0:00:00
    ...    
     
    X
    Rêkxistina şîroveyan
    Di vê forumê de şîroveyan binivîse (1)
    Şîrove
         
    Nivîser: Ali Yildiz Ji: Sêrt
    22.11.2012 04:50
    Raporeke pir baş e. Pîroz be Dengê Amerîka. Ez pir ji te hez dikin birêz Mamosta Îsmaîl Beşîkçî