Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: 44 Kes bi Gumana Peywendîya ligel PKK li Stenbolê Hatin Binçav Kirin


Ajansa Reuters radigihîne ku di operasyonên berdewam yên berî hilbijartinên 1ê Mijdarê de, 44 kes bi gumana peywendîya wan ya bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re, îro li Stenbolê hatin binçav kirin.

Reuters ji rojnameya Hurriyet ragihand ku di nav kesên binçavkirî de rêvebirên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî hene.

Reuters bal dikşîne ku ev demek e şerê nav artêşa Tirkîyê û mîlîtanên PKKê li rojhilat û başûrê welêt didomin, piştî ku agirbesta heyî bi dawî hat.

Di operasyonên berdewam yên navbera her du alîyan de heta niha pirtir jî 120 endamên hêzên leşkerî yên Tirk û jimareke mezintir ya endamên PKKê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG