Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Beyaz û Rola Stenbolê di Hilbijartinên Giştî de


Bajarê Stenbolê
Bajarê Stenbolê

Di vê demê de ku hilbijartinên giştî yên li Tirkîyê nêzîk dibin, partîyên sîyasî jî xebatên xwe zêde dikin.

Stenbol ku mezintirîn bajarê Tirkîyê ye, di hilbijartinan de cîhê herî girîng digire. Nivîskar û rojnamevan Şefîk Beyaz ku li wî bajarî dijî, nêrîn û çavdêrîyên xwe bi guhdarên me re parve dike.

Beyaz dibêje, HDP xebateke pir baş li Stenbolê didomîne û gelek kesên nû ku berê piştgirî nedidan HDP'ê, niha difirkin ku dengê bidin vê partîyê.

"Berê sê parlamenterên BDP li Stenbolê hebû, Bi texmîna min vê carê heft parlementeran derxe û % 11 dengan wergire."

Beyaz balê dikşîne ser rola Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş ku di serkeftina HDP'ê de xwedîyê roleke girîng e.

"Demîrtaş bi zîrektî, semptatîkbûn, gotinên nerm û dirustîya xwe rengekî nû dide sîyaseta Tirkîyê û gelek kes li wî bawer dikin."

Şefîk_Beyaz_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00

XS
SM
MD
LG