Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Pirsûsê li Seranserê Tirkiyê Tê Protesto Kirin


Êrîşa roja Duşemê ya li bajaroka Pirsûs a Ruhayê li seranserê Tirkiyê bi xwepêşandanên girseyî tê protesto kirin.

Li Stenbolê jî piştî têqîn û komkujiya ser ciwanên ku dixwestin herin piştgirî û alîkariya Kobaniyê bikin, bi beşdariya hezaran kesan xwepêşandanek hate lidarxistin.

Di vê xwepêşandanê de, ji bilî sazî û dezgehên sîvîl, parlemanterên HDP’ê, parlemanterên CHP’ê û nas û xizmên ciwanên bûne qûrbaniyên vê êrîşê jî amade bûn.

Xwepêşanderan bi dirûşman êrîşa Pirsûsê şermezar kirin û bi hinceta hevkariya DAIŞ’ê û zihniyeta wê dike, rexneyên tund li hikûmeta AKP’ê kirin.

Cîgira Hevserokê HDP’ê Meral Daniş Beştaş got, “Ewlehiya hemwelatiyan di bin berpirsiyarî û parastina hikûmet û dewletê de ye ku wan ev berpirsiyarî bi cî neanîne.”

Parlemanterê CHP’ê Mahmut Tanal jî rexneyên li hikûmeta AKP’ê kirin.

"Îro êş û kîna me nayê tarîf kirin. Ciwanên me yên ku jibo aştî û biratiyê bi rê ketibûn hatin kuştin. Berpirsê vê, yên ku li Reyhanliyê bombe şandine ser zarokan e. Serokomar û deshilatdariya AKP’ê berpirsên vê komkujiyê ne.”

Di dema protestoyê de nûnerên sazî û dezgehên sivîl jî bi axaftin û daxuyaniyên xwe rûdana Pirsûsê şermezar kirin û xwestin bûyer were ronî kirin.

Yek ji hevalê wan ciwanên ku rastî komkujiyê hatine Cem Aden ji Dengê Amerîka re behsa mebesta wan ciwanan dike.

“Min rojek berê ew hevalên xwe ji Kadikoy a Stenbolê bi rê kirin. Hemû jî hevalên min bûn. Mebesta wan jinûve avakirina Kobaniyê û şoreşa Rojava bû. Wan tenê dixwest li Kobaniyê pirtûkxane û nexweşxanayê çêbikin.”

Jineke ku li dema protestoyê tim digiriya dibêje, “Êdî ti hikmê gotinê nemaye. Wê gelek ciwanên me bimirin. Hemû canê me ne. Ti tiştek nikare vê êşê rave bike.”

***

ST_7_21_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00
Direct link


***

Vîdyoya xwepêşandanê:

Xwepêşandana Şermezarkirina Êrîşa li Pirsûsê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:05 0:00

XS
SM
MD
LG