Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Îtalya û Kosova bi Peywendîya DAIŞê 4 Hemwelatîyên Kosovayî Desteser Dikin


Polîsên Îtalî û Kosovayî îro Sêşemê 4 hemwelatîyên Kosovayî yên peywendî bi DAIŞê desteser kirin.

Karbidestên polîsan dibêjin, ew kes propogandaya wê grubê belav dikirin û gefan li Papa Francis û balyozekî berê yê Amerîkî dikirin.

Karbidest herwiha dîyar dikin ku gumana wan heye ew kes piştgirîya terorê dikin û nefret û kîndarîyê belav dikin.

Hate ragihandin ku ew kesên girtî pir caran serdana rûpelên Facebookê yên cîhadîyan dikirin ku tê zanîn bi sedan dilxwazên Kosovayî çûne Sûrîyê û tev li DAIŞê bûn.

XS
SM
MD
LG