Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îtalî Renzi: Divê YE Derbarê Kêşeya Penaberan Alîkarîya Me Bike


Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi dibêje, divê Yekîtîya Ewrupa destek bide hewlên wan ya kontrolkirina qaçaxcîtîya koçberên piranî jî Afrîqa.

Gotinên Renzi di vê demê de tên ku nêzîkî 900 koçber, di encama binavbûna keştîyekê de, roja Yekşemê li Derya Spî miribûn.

Renzi îro Çarşemê li Roma li pêş qanûndanêrên Îtalî peyîvî, berî ku ew tev li civîna awarte ya rêberên Yekîtîya Ewrupa bibe.

Hêjatî gotinê ye, endamên parlemana Îtalî, jibo rêzgirtina qurbanîyên malwêraîya Yekşemê xwe yek deqe bê deng kirin.

XS
SM
MD
LG