Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarekî Serhilda yê Sûrî Peqînekê de li Tirkîyê Hat Kuştin


Serhildayên Sûrî ku dijî Beşar Esad şer dikin
Serhildayên Sûrî ku dijî Beşar Esad şer dikin

Ajansa AFP radigihîne ku fermandarekî serhilda yê Sûrî, Jamil Raadoun ku dijî rejîma Beşar Esad şer dike, di êrîşeke bombeyi de îro Çarşemê li başûrê Tirkîyê hate kuştin.

Walîyê Hatay'ê Ercan Topaca ragihand ku bombeya ku nav otomobîla Raadoun hatibû danan, li pêş mala wî ya li bajarê Antakya peqîya û ew bi giranî birîndar bû.

Topaca da zanîn ku Raadoun dû re li nexweşxanê jîyana xwe ji dest da û got, dibe ku Raadoun di encama problemên navxweyî yên komên serhilda de hatibe kuştin.

Raadoun ji artêşa Sûrî veqetîyabû û hêzeke ne-Îslamî ya bi navê Suqur al-Ghab damrazrandibû ku li devera Al-Ghab ya li bakurê rojhilata Sûrîyê dijî rejîma Esad şer dikir.

XS
SM
MD
LG