Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Êrîşî Oteleke li Kabulê Dike, 14 Kes Dikuje


Talîban berpirsîya êrîşa îro Pêncşemê ya hember mêvanxaneyekê, ku bîyanî jî nav de 14 sîvîl kuştibûn, radike ser xwe.

Daxuyanîya Talîbanê got, wan ew êrîşa hember pîrozbahîyê pêk anî, jiber ku Amerîkî li wê derê bûn.

Daxuyanîya Talîbanê da zanîn, êrîşvanekî xwekuj, di destê wî de bi çekên giran yên otomatîk, ew êrîş pêk anî.

Rêvebirê polîsên Kabulê Abdul Rahman got, êrîş şeva Çarşemê destpê kir, piştî ku çekdaran teqe li ser pîrozbahîyeke bîyanîyan li Otela Park Palace kir.

Rahman ragihand ku piştî pênc seetan êrîş bi kuştina 3 êrîşvanan ji alîyê polîsan ve dawî hat.

Balyozxaneya Amerîkî li Kabulê got, 1 Amerîkî di nav qurbanîyan de ye û Hîndistanê jî ragihand ku 4 hemwelatîya wê di êrîşê de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG