Şemî, 25 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 22:47

Tirkîye

Berwarî: Plana Ocalan jibo Tirkîyê Delîveyeke Baş e

x
Mezinahîya nivîsê - +
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan planeke aştîyê eşkere kir ku li gor wê, şervanên wî dê li meha Adarê agirbestekê ragihinîn.

Medyaya Tirk dîyar dike ku li gor wê planê, herwiha çekdarên PKK’ê heta meha 8, Tebaxê dê ji nav sînora Tirkîyê paşve bikşînin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Dr. Kamiran Berwarî, mamosteyê Zanîngeha Duhokê, li ser plana Abdullah Ocalan daxife.

Birêz Berwarî dibêje, hem li Bakur û hem li Rojhilata Navîn baş hate fem kirin ku bê birêz Ocalan çareserî nabe. Divê Tirkîyê vê delîveyê bi aqilane kar bîne û pirsa Kurdî safî bike.

Kamiran Berwarî herwiha dbêke, li Başûr şabûneke mezin li nav gel û rewşenbîtên herêmê heye ku pirsa Kurdî li Bakur çareser be.

Hevpeyvîn_Dr. Kamiran_Berwari_RR
Loading
12:00:00 / -:--:--
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--