Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Katalonya Banga Hilbijartinên bi Serxwebûnê Dike


Alîgirên serxwebûnê li Barselona
Alîgirên serxwebûnê li Barselona

Serokê hikûmeta herêmî ya Katalonya Arthur Mas bi fermî banga hilbijartina pêşwext di 27ê Îlonê de kir ku wê hilbijartinê wek referanduma jibo serxwebûna Katalony;a kar bîne.

Arthur Mas derengîya Duşemê qanûna hilbijartinê îmza kir û rexne li hikûmeta Îspanî kir.

“Jiber ku Îspanya sala borî nehêla ku em referanduma serxwebûnê pêk bînin, em jî neçar dimînin ku hilbijartinên pêşwext bikin û wê mîna nêrîna bîragiştî ya Katalonya bipejirînin.”

Partîya Yekîtî ya Mas û partîya duyê Çapa Komarî bi berbijarên hevbeş diherin hilbijartinan [ dibjin eger piranî bi dest bixin, ewê bi yekalî ji Îspanya cihê bin.

Pirsnameyên vê dawîyê nîşan didin ku piranîyeke biçûk ya dengdêrên Katalonî piştgirîya serxwebûnê dikin.

Îspanya berê xuya kiribû ku cudabûna Katalonya ne pêkan e.

XS
SM
MD
LG