Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dîyarbekirê Pîrozbahîya Berdana Sîyasetvanên Doza KCK


Ji Doza Mezin ya KCK'ê 5 bajarvan jî di nav de, 30 sîyasetvanên Kurd Sêşemê hatin berdan.

Sîyasetvanên ku nêzîkî 5 sal in di girtîgehê de bûn, ji alîyê bi hezaran bi coşeke mezin hatin pêşwazî kirin.

Bajarvanê berê yê Peyasê ya navçeya Dîyarbekirê, Zulkuf Karatekîn got, doza KCK'ê qirkirina sîyasî ye û armanaca van operasyonan têkbirina tekoşina sîyasî ya Kurde.

Karatekîn dîyar kir ku hem girtina wan, hem jî serbestkirina wan biryarên sîyasî ne.

Li ser navê sîyasetvanan Bajarvanê berê yê Batmanê Nejdet Atalay li avahîya BDPê daxuyanîyek da.

Atalay got, dewletê pênc sal berê bi polîtîkayeke kirêt, konseptek da destpê kirin.

“Dewletê xwest bi operasyonên KCK'ê tekoşina sîyasî û azadîyê ya gelê Kurd tune bike lê di encamê de tekoşîna gelê Kurd serketî bû.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG