Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raila Odinga Sibe Şemîyê Serîlêdana Dadgehê Dike


Raila Odinga
Raila Odinga
Li Kenyayê, berbijarê seroktîyê yê têkçûyî Raila Odinga biryara xwe ya serîlêdana dadgehê paş êxist ku li ber bû li ser encamên hilbijartinê bikira.

Dihate çaverê kirin ku birêz Odinga daxwaznameya xwe îro Înîyê pêşkêşî Dadgeha Bilind ya Kenyayê bikira.

Lê, partîya wî, Koalîsyona Reform û Demokrasîyê (CORD) radigihîne ku Odinga daxwaznameya xwe sibe Şemîyê, anku roja dawîyê bide dadgehê.

Rêvebirên Koalîsyona Reform û Demokrasîyê dibêjin, ew bawer in ku serîlêdana wan encameke erênî bîne pêş, lê paşxistina wan jiber sedemên stratejîk in.

Raila Odinga serokwezîrê Kenya bû, lê di hilbijartinê de şikestin xwaribû. Wî red kir ku pênasînê bi encamên hilbijartinê bike, bi sedema ku hîle û sextekarî di jimartina degande hatine kirin.

Komîsyona hilbijartinê, berbijarê din Uhuru Kenyatta wek serkeftîyê hilbijartinê nav kiribû, bi 50.07 ji sedê hemî dengan.
XS
SM
MD
LG