Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Kenyayî Seroktîya Kenyatta Piştrast Dike


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Kenya'yê serkeftina Uhuru Kenyatta piştrast kir û biryar da ku encamên hilbijartina 4’ê Adarê rast in û Kenyatta dê serokê wî welatî be.

Dadgeha bilind biryara xwe îro Înîyê da, piştî ku pêdaçûna xwe yên ser îdîayên hîle û sextekarî temam kir û negeheşt encameke neyênî.

Uhuru Kenyatta Kî Ye?
  • Cîgire serokwezîrê û wezîrê darayî yê berê ye
  • 51 salî ye û kurê serokê yekê yê Kenya ye
  • Li sala 2001’ê pişikdarî li hilbijartinên parlemanê kir
  • Li sala 1999’an jibo rêvebirina Sazîya Turîzmê ya Kenya hat destnîşan kirin
Hêjayî gotinê ye ku Uhuru Kenyatta rûbirûyê darizandina Dadgeha Tawanan ya Navnetewî ye, jiber beşdarbûna wî di tundûtûjîya nijad ya li wî welatî ku piştî hilbijartinên sala 2007’ê qewimîbûn.

Pirtir ji 1.100 kesan di wan şer û pevçûnan de hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG