Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Şabab Êrîş Tîne Ser Polîsên Kenyayî


Hêzên Kenyayî piştî êrîşeke El Şabab (Arşîv)
Hêzên Kenyayî piştî êrîşeke El Şabab (Arşîv)

Raportên ji herêma Garissa ya rojhilata Kenya dibêjin, tirs heye ku di du êrîşên El Şabab de 20 polîs hatibin kuştin.

Karbidestên xwecîhî dibljin, êrîşa yekê qewimî, dema otomobîmeleke polîsan li gundê Yumbis li mayineke ser rê qelibî û here kêm 3 polîs brîndar kirin.

Dû re mîlîtanên berguman yên El Şabab êrîşî konvoyeke polîsan kir ku diçûn hawara polîsên birîndar. Hate ragihandin ku 20 polîs hatin kuştin, lê hurgilî hîn zelal nebûn.

Rêvebirîya Giştî ya Polîsan heta niha hejmareke piştrast ya kuştîyan neda, lê ragihand ku 2 polîs bi giranî birîndar bûne.

Berdevkekî El Şabab ji Reuters re got ku hêzên wan ew êrîş pêk anîne.

El Şabab demeke e êrîşî Kenya dike, bi sedema ku ew li Somalî başdarî operasyonên dijî wê dibe.

XS
SM
MD
LG