Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Cîhanê li Ser Sekinandina Şer li Sûrîyê Hevbîr Bûn

U.S. Secretary of State John Kerry, joined by Russian Foreign Minister Sergey Lavrov, addresses the media on Feb. 12, 2016, at the Hilton Hotel join Munich, Germany, following a meeting of the International Syria Support Group.

Hêzên cîhanê di civîna bajarê Munihê de li ser planeke hevbîr bûn ku di nav hefteyekê de agirbestekê li Sûrîyê pêk were û hewlên gîhandina alîkarîya mirovahî jî bêne firehtir kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got herkes dixwaze lezûbez bilive ku ev plan bi serketî bimêşe.

Kerry di civîna çapemenîyê de, li gel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov û nûnerê aybet yê Neteweyên Yekbûyî Steffan de Mistura got, ew dizanin ku qayilbûna wan ten li ser kaxiz e, lê ew bi hêvî ne ku di demên pêş de bandora wê li ser erdê jî bê dîtin.

Hat ragihandin ku biryara sekinandina şer grubên terorîst yên wek Nusra, DAIŞ û Ehrar el-Îslam Ii derva bihêle.

Lavrov bal kişand ku deverên rojavayê Helebê hîn ji alîyê Nusra, Ceyş el-Îslam û Ehrar el-Îslam tê konrol kirin.

XS
SM
MD
LG