Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry jibo Danûstandinên Ewlehîyê Diçe Etyopya


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ber bi Etopya diçe ku ligel karbidestên herêmî hevdîtinên ser ewlehîyê bike.

Kerry herwiha dê pişikdarî li salvegera 50î ya damezrandina Yekîtîya Afrîka jî bike.

Serdana Kerry ya sê rojan îro Înîyê li Addis Ababa destpê dike. Wezareta Derve radigihîne ku John Kerry dê ligel karbidestên bilind yên Etopyayî bicive û babetên girîng yên dualî gotûbêj bike.

Rêzdar Kerry li ber e sibe Înîyê, di hilcivîna Yekîtîya Afrîkî de, tev li rêberên herêmî bibe û 50 salîya yekîtîyê pîroz bike.

Çaverê ye ku di hevdîtinên Kerry de hewlên şerê dijî tundrêyên Îslamî li Malî û Nîjerya jî were rojêvê.

Wezîrê Derve yê Amerîkî herwiha li ser tundîya berdewam ya navbera Sudan û Sudana Başûr jî hevdîtinan bike.
XS
SM
MD
LG