Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry jibo Danûstandinên ser DAÎŞ li Îraqê ye

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Çarşemê li Bexda bi hikûmetê nû re kom dibe ku hewlên şerê dijî DAÎŞ binirxîne.

Kerry ku bi qasî hefteyekê li herêmê bimîne, îro demeke zû giheşt Bexda û bi Serokwezîrê Îraqê Hayder el Abadî re hevdîtinekê kir.

Amerîka hêvî dike ku hikûmeta nû çewtîyên hikûmetên berî neke û hemî pêkhatîyên wî welatî bîne ba hev û rê li ber tundrêyên Îslamî bigire.

Serdana Kerry di vê demê de tê ku Serok Obama jî îşev stratejîya xwe ya dijî DAÎŞ eşkere dike.

Karbidestekî Qesra Spî got, di nav plana Serok Obama de operasyonên leşkerî û piştgirîkirina hêzên wek opozîsyona Sûrî û hikûmeta nû ya Îraqê jî heye ku li ser erdê şerê DAÎŞ dikin.

XS
SM
MD
LG