Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekretêrê NY Serdana Penaberên Sûrî li Tirkîyê Kir


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon, roja Înê hat Tirkiyê û çû serdana kampên penaberên Sûrî, yên ku li navçeya İslahiya Entabê (Gaziantep) ne.

Ban Ki Moon, paşê li Enqerê bi Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re kom bû.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Mon li Enqerê got “ez dikarim li ser navê hemu mirovên aştîxwaz bêjim ku, em ji vê tûndûtûjîya ku dewam dike û ji bêxemîya camîaya navnetewî ya ku dibêjin jibo aşitîya Surî tevdgerin, aciz bûn. 21 heyv derbas bûn û 40 hezar mirov hatin kuştin. Êdî divê hêzên navnetewî, Netewêyên Yekbûyî û Konseya Ewlehîyê jibo vê kêşeyê bihevre bikevin nav hewildaneke mezin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG