Duşem, 22 Meha Neh, 2014 Demê Xwecihî 12:14

Tirkîye

Piştî Hevditnên bi Ocalan re

Ahmet TurkAhmet Turk
x
Ahmet Turk
Ahmet Turk
Piştî ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, da zanin ku carek din bi  rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan kirine, roja Pêşemê sîyasetvan û parlamenterên Kurd Ahmet Turk û Ayla Akat Ata, çûn girava İmarliyê û li wir bi Abdullah Ocalan re hevditinek pêk anîn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratik Ahmet Turk piştî hevditinê hat Dîyarbekirê û bi Hevserok û parlamenterên BDP’ê re danûsendinan kir.

Sîyasetvanê Kurd li Dîyarbekirê ji rojnamevanan re got “rastî ew e ku birînek kur heye û xwînî dibe. Em di pengavek pir hesas de derbas dibin, lazime em hemû bi berpirsîyari tevbigerin. Di serî de dezgehên ragihandinê û hemu kes vê birina ku bi salan e xwini dibe, divê nekolin, derman bikin.”

Ji aliyê dinê ve Cîgirê Serokwezîr Huseyîn Çelik li Enqerê got  “armanc ew e ku rêxistina terorê çekan deyne. Ger BDP li pey PKK’ê  neçe hê jî jibo aşitiyê hêvi heye. Serokwezîr xwe kirîye binê barek mezin. Ev hevditin li ser navê dewletê nehatiye kirin Berê jî dexwaza wekilên BDP’ê hebû ku bi Ocalan re hevdîtin çêbikin.” 

Nûnerê televizyona İMC'ê yê Dîyarbekirê Rojnamevan Vecdi Erbayli jibo gohdarên Dengê Amerika got “ev hevdîtin gelek giring e lê di nav şert û mecalên ku Tirkîye tê de ye, divê jibo çareserîyê gavên berbiçav bavêje.”

Hunermendê Kurd Roni Erez jî got bi hevditinên dawî ew hêvîdar e ku dema çareserîyê hatîye.

Raport
Raporti
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection # 123i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
15.09.2014 13:41