În, 24 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 06:32

Herêmên Kurdan

Yurtdaş: Divê Kurd Têkoşîna Sîyasî û Demokratîk Bidin Ber Xwe

x
Mezinahîya nivîsê - +
Rojeva Tirkiyê a ku her roj pir zû tê guhertin, ev çendekî ye li ser hevdîtinên dewletê bi serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û kuştina sîyasetvana Kurd Sakîne Cansiz û hevalên wê, geş dibe.

Sîyasetvan Sedat Yurtdaş jibo Dengê Amerîka got “Di destpêka hevdîtinên bi Ocalan re gelek pisporan hişyarîya provakasyonan kiribûn. Li gorî min jî ew kesên ku ji vê prosesê ne dilxweş in, ev kuştinkarî pêkanîn û ev yek provakasyon e.”

Birêz Yurtdaş dibêje pengava hevdîtinan divê bi zelalî û bi zûtir bimeşe nexwe dibe ku îhtîmala provakasyonên mezintir çêbibin.

Sîyasetvanê Kurd jibo hevdîtinên dewletê û Abdullah Ocalan dibêje “ev hevdîtin muzakere ne û ji hevdîtinên berê cuda ne.”

Raport
Loading
12:00:00 / -:--:--
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--